Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li bajarên Elezîz, Colemêrg û Amedê operasyon hatine kirin, di operasyonan de 74 kes hatine desteserkirin ji desteserkiriyan 38 kes hatine girtin.
Operasyon bi wesayitên leşkerî û helîkopteran hatiye kirin.
Di nav wan kesên hatîn desteserkirin de heft kes mixtarên taxan in. 36 kes bi şertê kontrola edlî hatine berdan herweha ji bo wan derketina derveyî Tirkiyeyê hatiye qedexekirin.
Daxuyaniya walîtîyê
Walîtîya Amedê diyar kiriye ku ew kesên operasyon lê hatîn kirin sûcê wan ev in:
“Ew kes digel endamên rêxistinê tevdigerin, propagandayê dikin, ji bo rêxistinê xelkê peyda dikin, alîkarîya aborî dikin, alîkariyê dikin ku endamên rêxistinê ji hev hayedar bin.”
(EMK/MB)