Fotograf: MA
Li Amedê 14 siyasetmedar û sendîkavanên ku di 8 û 9ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin, bi biryara dadgehên cida de hatine girtin.
Ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê, li Amed û 4 bajarên derdorê 19 kes hatibûn desteserkirin. Di nava wan de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstan a Kurdistanê (PSK) û çendîn sendîkayan hebûn.
Piştî karûbarên 19 kesan li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê qediyaye, ew birine Edliyeya Amedê. Li vir Serdozgerê Komarî yê Amedê, bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” daxwaza girtina her wan kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, heyeta dadgehê bi tohmeta ku şahidên nepen li ser wan îfade dane, beşdarî civînên çapemeniyê û bernameyên bibîranînê yên salvegera Qetlîama Helebceyê û Mûsa Anterî bûne, 14 kes girtine.
Kesên hatine desteserkirin ev in: Rêveberê HDPya Amedê Mehmet Asana, Hevserokê Bağlarê yê HDPyê Nasir Yentar û rêveberê navçeyê Mehmet Huseyîn Baran, Hevserokê Bismilê yê HDPyê Mehmet Şakîr Demîr, Endamê Lijneya Rêveberiyên Herêmî yê HDPyê Omer Filitoglû, Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê Yasemîn Akengîn, Mehmet Alî Alkan, Mehmet Suslu û Abdullah Dengîz, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Rêveberê Navenda Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalî (PSAKD) Erkan Keskîn, Rêvebera Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetguzariya Civakî (SES) ya Amedê Gulhan Tekîn, Endama Lijneya Kontrolê ya Navenda Giştî ya Egitim Senê Arzû Koç û endama Meclîsa Dayikên Şemiyê Nezîfe Yîgît.”
Bayram Bozyel paşê tehliye bûye
Parêzerên Bayram Bozyel, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê, di saetên êvarê de serî li dadgeheke bilind dane û xwestine Bozyel tehliye bibe. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kiriye û Bozyel tehliye bûye.
5 kes serbest bûne
Dadgehê ji bo Endama Lijneya Rêveber a Odeya Mihendisên Makîneyan (MMO) ya Amedê Arîn Zumrut, Ehvserokê Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredarî û Rêveberên Herêmî (TUM-BEL SEN) yê Amedê A. Bakî Ondeş, Abdulkadîr Ekincî, Rêveberên HDPyê yên Amedê Şeyhmûs Yavûz û Rêveberê Komeleya alîkariya bi Malbatên Girtî û Cezaxwiran (TUHAY-DER) Şerhat Ûyanik biryara serbestbûnê daye.
Şeymûs Yavûz bi “şertê kontola” edlî serbest bûye. Şerhat Ûyanik jî bi cezayê zindanîkirina li malê hatiye cezakirin. (FD)