Li Afrîkaya Başûrî di kabîneyê de hejmara wezîrên jin û mêr bi qasî hev in
Cyril Ramaphosa, Serokdewletê nû yê Afrîkaya Başûrî Kabîneya Wezîran ji 14 jin û 14 mêran ava kiriye. Li Afrîkaya Başûrî di warê wekheviya zayenda civakî de yekem care tiştekî wiha dibe.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cyril Ramaphosa, Serokdewletê nû yê Afrîkaya Başûrî Kabîneya Wezîran ji 14 jin û 14 mêran ava kiriye. Li Afrîkaya Başûrî di warê wekheviya zayenda civakî de yekem care tiştekî wiha dibe.
Wezîreke jin, ji Partiya Baş a mixalefetê xistiye nava kabîneyê. Her weha Patricia de Lile, siyasetmedara xwedî tecrube jî kiriye Wezîra Binesaziyê.
Hilbijartin di 8ê Gulanê de pêk hatibû û Kongreya Netewî ya Afrîkayê bi ser ketibû.
Cyril Ramaphosayî roja şemiyê sond xwaribû û dest bi erka xwe kiribû.
Ev gava Ramaphosayî li welêt bi erênî hatiye pêşwazîkirin. Di vê navberê de hejmara wezîran ji 36an daketiye 28an. (EMK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.