Li Afganistanê ji ber berf û seqemê herî kêm 70 kes mirine
Wezareta Karesatên Xwezayî ya Hikûmeta Demkî ya Talîbanê ragihandiye ku hejmara kesên ku ji ber barîna berfê û hewaya sar a ku ji 10ê Kanûna Paşiyê û vir ve li welêt bi bandor bûye mirine derketiye 70an.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hejmara kesên ku li Afganîstanê ji ber şert û mercên hewaya sar a ku di rojên dawî de zêde bûye mirine herî kêm bûye 70.
Wezareta Karesatên Xwezayî ya Dewletê ya hikûmeta demkî ya Talîbanê duh (18ê Kanûnê) li ser mijarê daxuyaniyek daye çapemeniyê.
Li gorî daxûyaniyê, ji ber xirabbûna rewşa zivistanê ya li Afganîstanê di 8 rojên dawî de herî kêm 70 kes mirine.
Rêvebirê Navenda Operasyonên Lezgîn a Karesatên Xwezayî yê Dewletê Mewlewî Abdullah Muhammedî wiha gotiye: "Li gorî daneyên destpêkê li Badgis, Gaznî, Nimruz, Paktîka, Herat, Qendehar û Faryabê ji ber barîna berfê û hewaya sar 70 kes mirine."
Her weha Muhammedî diyar kiriye ku li welêt 70 hezar ajal jî ji ber hewaya sar telef bûne.(SD/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.