Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li 9 gundên girêdayî navçeya Liceyê ya Amedê îro ji saet 05:00an de derketina derve hat qedexekirin.
Hat ragihandin ku dê li wê herêmê operasyon were lidarxistin û ji ber vê yekê derketina derve hatiye qedexekirin.
Derbarê dema rakirina qedexeyê de ti agahî nehat dayîn.
Li gorî daxuyaniya walîtiyê gundên ku lê qedexe hatiye îlankirin wiha ne: Kayacik, Ortaç, Yalaza, Tepe, Arikli, Serince, Çagdaş, Dibekkoy, Yolçati.
(AS/YO)