Li 9 bajaran 31 kes hatin desteser kirin

Wezîrê Karûbarên Hundir Alî Yerlîkayayî ragihand ku li 8 bajaran wan operasyon pêk anîn û di encamê de 27 kes desteser kirin.
Yerlîkayayî li ser hesabê xwe yê Xyê daxuyaniyek weşand û got ku di bin serpereştiya Serokatiya Beşa Têkoşîna Dijterorê ya Fermandariya Giştî ya Cendermeyan de, Fermandariyên Cendermeyan ên bajaran li Riha, Mêrdîn, Wan, Îzmîr, Isparta, Meletî, Manîsa û Semsûrê operasyon pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya Yerlîkayayî, ew kes bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne”, “alîkarî dane rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirine” hatin desteserkirin.
Li Amedê 4 kes desteser kirin
Li Amedê jî polîsan bi ser malan de girtin û 4 kes desteser kirin.
Li gorî nûçeya MAyê, polîsan li Gundê Hêzanê ya Licêyê bi ser mala Welat Yalçin, Mûstafa Çelîk û birayê wî Yahfûr Çelîkî de girtin û ew desteser kirin.
Li navçeya Yenîşehîrê jî polîsan bi ser malan de girtin û endamê yê berê yê Meclîsa Şaredariya Yenişehîrê yê HDPyê Fûat Yalçin desteser kir.
Her çar kes jî bi tohmeta ku “alîkarî dane rêxistinê” hatin desteserkirin.
Di van 5 rojên dawiyê di hevserokên bajaran ên HDPyî û rojnameger jî tê de bi kemanî 150 kes hatin desteserkirin. (NT/FD)
Li Amedê çalakiya 9ê Çiriya Pêşiyê: 92 kes hatin desteserkirin

Li 11 bajaran 75 kes hatin desteserkirin

Rojnameger Ahmet Kanbal hat desteserkirin

Li Dêrsimê 6 kes hatin desteserkirin

Li dijî HDPê operasyon: 20 kes hatine desteserkirin
