Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Hundirîn eşkere kiriye ku li 81 bajaran, li qadên civakî, kişandina cixareyê qedexe kirine. Ev tedbir ji ber Covid-19ê hatiye standin.
Wezaretê beriya niha derketina mirovên emrê wan 65 û berjortir e, ji bo hin saetan qedexe kiribû. Wezaretê aşkere kiriye ku qedexeya derketina van kesan tene ji bo hin bajaran e, ne bi gelemperî ye.
Wezareta Karûbarên Hundirîn biryara van tiştan daye:
‘’Ji 12ê Çiriya Paşîn roja Pêncşemê û pê de, dê cixarekişandin li deverên wekî sikak û kolanan (nemaze yên ku ji trafîkê re girtî ne), meydan û rawestgehên veguhastina giştî, ku ji hêla parêzgehan û navçeyan ve hatine ragihandin qedexe ye.
‘’Wê qedexeya derketina derve ya welatiyên emrê wan ji 65 salî û bêtir dê li gorî analîzên parêzgehan bêne kirin ji hêla Lijneyên Paqijiyê yên Parêzgehan ve bêne diyar kirin.
‘’Ji hêla parêzgeran ve; dê rewşa pandemiyê tavilê were şopandin û li gorî meyla zêdebûna hejmara nexweş û kesên temaskirî, bi giranî nexweş, entubekirî û kesên mirî, dê qedexe li welatiyên ji 65 salî mezintir were ferz kirin. Ku wê ev kes rojê di navbera saet 10:00 û 16:00 de derkevin derve û li derveyî van saetan dernekevin derve.
‘’Biryarên ku li gorî geşedanan têne girtin dê di navberên birêkûpêk de werin nirxandin û heke pîvan baştir bibin, dê qedexe û sînordarî bi heman rêbazê werin rakirin.’’ (EKN/VU/FD)