Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî ji 81 walîtiyan re giştînameya bi ser nava "Tedbîrên Covîd-19ê" şandiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, giştname bi fermana Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) hatiye şandin.
Li gorî giştnameyê, dê çalakiyên weke dawetên kolanan/gundan, daweta sunetkirinê, şeva hineyê û nîşanê ku li 14 bajarên weke, Edene, Agirî, Enqere, Bûrsa, Çorum, Amed, Erzîrom, Dîlok, Kayserî, Konya, Mêrdîn, Riha, Wan û Yozgat, hatibû qedexekirin, dê li seranserê welêt bê qedexekirin.
Di giştnameyê de biryarên hatine stendin ev in:
Dawet dê bi şêweya merasîma mehrê bên kirin, dawet û mehr herî zêde dê di saetekê de bên qedandin. Di nîkahan de dê destûra govend û dansê, her wiha tevî xwarina bi komî, dê îkrama xwarin û vexwarinan neyê dayin. Yên 65 salî û mezintir tevî zarokên ji 15 salan biçûktir ên ku bi asta yekem û duyem ne xizmên bûk û zavê bin, dê nikaribin beşdarî merasîman bibin.(EKN/AY/FD)