Li 50 bajarî derketina derve ya bê maske hatiye qedexekirin

Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiyên Tekîrdagê û Tokatê daxuyanî dane û gotine, li herdu bajaran jî derketina derve ya bê maske hatiye qedexekirin.
Walîtiyên herdu bajaran aşkere kirine, biryara bikaranîna maskeyan Meclîsa Hifzissihha Ûmûmî a Bajêr daye. Li roja Duşema 22ê Hezîrana 2020an pê ve divê herkes li derve maskeyan bikarbîne.
Li gor biryarê kesên ku li rojên Înî, Şemî û Yekşemê maskeyan nedin ber devê xwe wê bi hişyar kirin. Li 22ê Hezîranê pê ve derketina derve ya bê maske qedexeye û kesên ku maskeyê bikarnehîne wê bi 900 Lîreyê Tirk bên cezakirin.
50 bajarên ku derketina derve ya bê maske lê hatiye qedexe kirin ev in:
Semsûr, Afyon, Amasya, Enqere, Dîlok, Erdexen, Aydin, Balikesîr, Bartin, Êlih, Bedlîs, Bolû, Bûrdûr, Bûrsa, Denizlî, Amed, Duzce, Elezîz, Erzîrom, Eskişehir, Gîresûn, Îdir, Isparta, Stenbol, Mereş, Karabuk, Kayserî, Kirklarelî, Kirşehir, Kocaelî, Konya, Kutahya, Meletî, Mêrdîn, Mugla, Mûş, Nevşehîr, Osmaniye, Rize, Sakarya, Sêrt, Sêwas, Şirnex, Dersîm, Riha, Ûşak, Yalova, Zongûldak, Tekîrdag û Tokat. (EKN/AY/FD)