Li pênc bajarên herêmê, baroyan kongreyê xwe yên asayî lidar xistine û serokên xwe yên nû hilbijartine.
Baroya Êlihê 17emîn kongreya xwe asayî li avahiya xwe li dar xistiye. Serokê heyî yê baroyê Erkan Şenses û parêzer Ferhat Ozdemîr ketine pêşbaziyê. Şenses carek din di hilbijartinê de bi ser ketiye û dîsa bûye serokê nû yê baroyê.
Baroya Colemêrgê jî 10emîn kongreya xwe ya asayî li dar xistiye. Serokê heyî yê baroyê Ergun Canan carek din bi ser ketiye û bûye serokê nû yê baroyê.
Baroya Agiriyê jî Kongreya xwe ya Asayî ya 23emîn li dar xistİYE û Serdar Gunakin bi ser ketiye û bûye serokê baroyê.
Li Sêrtê jî baroyê kongreya xwe ya asayî ya 12emîn li dar xistiye û parêzer Muhammed Alptekîn bi ser ketiye.
Baroya Dîlokê jî kongreya xwe ya asayî ya 46emîn li avahiya xwe li dar xistiye. Serokê baroyê yê heyî Îskender cara sêyemîn bi ser ketiye û dîsa bûye serokê nû yê baroyê. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê