Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê aşkere kiriye ku di çarçoveya têkoşîna li dijî Covîd-19ê de li 5 bajaran derketina derve ya bê maske hatiye qedexekirin.
Li gorî vê derketina derve ya bê maske li Amed, Erzirom, Kayserî, Rîze û Rihayê hatiye qedexekirin.
Kocayî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsandiye û gotiye, di serî de li bajarên ku hejmara nexweşan lê zêde dibe, lijneyên tenduristiya gelî yên bajêr di bin serokatiya walîyan de hê jî li dijî xetereyan biryaran digirin.
Kocayî destnîşan kiriye û gotiye, di vê çarçoveyê de biryara bikaranîna maskeye berpirsiyariyeke civakiye û tekoşîna li dijî vîrusê bê maske serkeftî nabe.
42 bajarên ku derketina dervê ya bê maske lê hatiye qedexekirin ev in:
Semsûr, Afyonkarahîsar, Amasya, Ardaxan, Aydin, Balikesîr, Bartin, Êlih, Bolû, Burdur, Denîzlî, Düzce, Elezîz, Eskîşehîr, Dîlok, Gîresûn, Îdir, Isparta, Mereş, Karabuk, Kirklareli, Kocaeli, Konya, Kutahya, Meletî, Mêrdîn, Mûgla, Mûş, Nevşehîr, Osmaniye, Sakarya, Sêrt, Sêwas, Şirnex, Dêrsim, Ûşak, Zongûldak, Amed, Erzirom, Kayserî, Rîze û Riha. (TP/AY/FD)