Li 4 gundên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Li gundên Kûrşûnlû, Taşagil, Kirkpinar û Kayikoy ên bi ser navçeya Pîran a Amedê bi sedema operasyonê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gundên Kûrşûnlû, Taşagil, Kirkpinar û Kayikoy ên bi ser navçeya Pîran a Amedê bi sedema operasyonê, roja şemiyê (21ê Gulanê) saet 17.00ê û pê de qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Walîtiya Amedê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku “Ji bo operasyona li hemberî rêxistina terorê ya dabeşker [...] li gundên Li gundên Kûrşûnlû, Taşagil, Kirkpinar û Kayikoy ên bi ser navçeya Pîran a Amedê roja 21ê Gulana 2017ê saet 17.00ê û pê de heta ragihandineke din biryara qedexeya derketinê hatiye ragihandin”.
Walîtiyê diyar kiriye ku divê welatî li gorî biryara qedexeyê tevbigere û dema qedandina qedexeyê ew ê paşê aşkere bikin. (ÇT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.