Li 36 bajaran di serdegirtinên malan de 269 kes hatin desteserkirin
Ji ber “Mîtînga Azadiyê” polîsan li 36 bajaran bi ser gelek malan de girtine û di encamê de 269 kes desteser kirine.

Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya sedema desteserkirinan "Mîtînga Azadiyê" ya ku divîyabû roja Yekşemê li Amedê pêk bihata, nîşanda û mitîng weke "neqanûnî" bi nav kir.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya diyar kir ku têkildarî "Mîtînga Azadiyê" ya ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve roja Yekşemê li Amedê wê bihata lidarxistin, 7 jê parlamenterên DEM Partiyê, 13 rêveberên hesabên medyaya civakî hatin tespîtkirin.
Ji 5 kesên hatin desteserkirin 1 jê hat girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.