Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li şaredariyên Xîzan, Motkan û Tatîkê qayûm hat tayînkirin. Navçeyên Xîzan, Motkan û qezayê Tatîk girêdayê Bedlîsê ne.
Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ugur, Hevşaredarê Motkan Ozcan Birlik, Hevşaredarê Tatîkê Felemez Aydin di 20ê Kanûnê de piştî binçavkirina bi rojan hatibûn girtin û niha di zindanê de ne.
Li şaredariyên Xîzan û Tatîkê qaymeqamê bi navê Bulent Hamitoglu, li Şaredariya Motkan jî qaymeqamê bi navê Mehmet Kiliç weke qayûm hatin tayînkirin.
Tê zanîn ku di 27ê Mijdarê de li Şaredariya Bedlîsê jî qayûm hatibû tayîkirin.
Hevşaredara Akdenizê Mûtlû jî hat girtin
Hevşaredara Akdeniza Mêrsînê Yuksel Mutlu û Hevserokê Rêxistina HDPê yê Mêrsînê Sadûn Dogan jî tê de derbarê 15 kesan de biryara girtinê hat dayîn û wan şandin zindanan.
Di nav du hefteyên borî de tenê ji Mêrsînê zêdetirî 90 hevserok, rêvebir û endamên HDP û DBPê hatibûn binçavkirin. Piştî Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mûtlû di 12ê Kanûnê de hatibû binçavkirin û di 18ê Kanûnê de Şaredariya Akdenizê ji destê DBPê hatibû sitandin û qayûm lê hatibû tayînkirin.
Bi vî awayî heta îro (26ê Kanûnê) li 49 şaredariyên DBPî qayûm hatin tayînkirin û hejmara hevşaredarên DBPî ku hatine girtin jî derkete 70yan.