Li 22 taxên sê naçeyên Mêrdînê, derketina derve hat qedexekirin
Walîtîya Mêrdînê derketina derve li 22 taxên, navçeyên Mêrdînê yên Artûklû, Dêrik û Şemrexê qedexe kir.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Walîtîya Mêrdînê bi daxuyaniyekê da zanîn ku li 22 tax û gundên navçeyên Mêrdînê yên Artûklû, Dêrik û Şemrexê derketina derve ji siet 06:00ê sibeyê heta daxuyanîyeka dî qedexe ye.
Bi navên tirkî taxên derketin lê hatîn qedexekirin ev in:
Li Şemrexê; Konur, Meşeli, Yalınağaç, Armağan, Atalar, Ürünlü, Yevri, Simak, Kırmızıgöl û Ulutaş.
Li Artûklûyê; Haydar, Cevizlik, Akbağ û Harabel.
Li Dêrikê; Hisaraltı, Alagöz, Pınarcık, Aşağımezra, Yukarımazra, Bozok, Kelek ve Çayköy.
(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.