Di çarçoveya kordînasyona Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT), Rêveberiya Giştî ya Emniyetê(EGM) û Serdozgeriya Komarî ya Rihayê de li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin.
Îro danê sibê li Riha, Stenbol, Antalya, Edene, Bursa, Amed, Dîlok, Mêrdîn, Mêrsîn, Denîzlî, Konya, Qeyserî, Êlih, Isparta, Balikesir, Şirnex, Kocaelî û Amasyayê ku li 18 bajaran operasyonên hemwext hatin kirin û nêzî 90 kes hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya jî daxuyand ku heta saet 08.30an li seranserê Tirkiyeyê bi beşdariya 13 hezar û 440 personelên ewlehiyê 466 "operasyonên têkoşîna li dijî terorê" hatin kirin.
Li gorî nûçeya AAyê, beriya operasyonê MÎTê bi qasî 10 mehan li Herêma Kurdistana Iraqê, Sûriye û Tirkiyeyê xebatên şopandin û guhdar kirina telefona kiriye.
(AS/AY)