Li 14 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Walîtiya Amedê li 14 gundên girêdayê navçeyên Hezro, Hênê û Liceyê derketina derve qedexe kir.

Ji bo nûçeya Îngilizî / Tirkî bitikîne
Li 14 gundên girêdayê navçeyên Lice, Hezro û Hênê ji aliyê Walitiya Amedê ve "qedexeya derketina derve" hat îlankirin.
Walitiya Amedê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê li herêmê operasyona leşkerî were lidarxistin û ji ber vê yekê qedexe hatiye îlankirin.
Gundên ku qedexe lê hatiye îlankirin wiha ne: Sîsê, Cinêzûr, Firdeys, Nenyas, Licok, Zeng, Kerwes, Mişirf, Entax û Kayacix ên Lîcê, li gundên Helhel û Qenderhel ên Hezro, li gundên Benê û Resileyn ên Karazê.
(BK/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.