Li 11 herêmên Êlihê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Walîtiya Êlihê li 11 gund, gundik û taxên du navçeyan heta demeke nediyar biryara qedexeya derketina derve ragihand.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Walîtiya Êlihê aşkere kir ku li 11 gund, gundik û taxan biryara qedexeya derketina derve hatiye standin.
Li gorî daxuyaniya ku di malpera fermî ya Walîtiyê de hatiye aşkere kirin, ji duh saet 18.00ê û pê ve li van herêman biryara qedexeyê derbas dibe:
Gundê Gümüşörgü, taxên Orta Mahalle, Hasanko û Bisirayê yên bi ser navçeya Hezoyê ve;
Gundê Karameşe, yê Kelhasan, Kilimli û taxên Ramazan, Binönü, Yoncaduzu û gundikê Aşağikilimliyê yên navçeya Sasonê.
Walîtiya Batmanê biryar di çarçoveya Xala 11/C ya Yaseya Rêveberiya Bajêr a hejmar 5442yê standiye, lê dema qedandina biryara qedexeyê nehat diyarkirin. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.