Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Leyla Xalid, Endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînê (FHKC), derbarê betalkirina parlamenteriya Leyla Guven, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a gelan (HDP) ya Colemêrgê û Mûsa Farîsogûllari, Parlamenterê HDPê yê Amedê û girtina wan de, peyama piştevaniyê şandîye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Xalidê di peyama xwe de wiha gotîye: “Rêhevalên xoşewîst; em xemgîn bûn ku rêhevalên me yên wek we hêja hatine girtin. Ez li ser navê gelê xwe û rêhevalên xwe, piştevanîyên xwe ji we û girtîyên di girtîgehên tirkan de ne pêşkêş dikim. Em fîlîstînî jî ji ber dagirkerîya Sîyonîstan heman êşan dikişînin. Ji kerema xwe silavên min li hemû rêhevalên di girtîgehan de bikin. Em ê bi hevre bi serkevin! Rêhevala we Leyla Xalid.”
Çi bûbû?
Piştî di Desteya Giştî ya Meclîsê de cezayên ku Dadgeha Bilind daye her sê parlamenteran hatiye xwendin, parlamenteriya Enîs Berberlioglû, parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê û herdu parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisoglullari hatibû betalkirin.
Rakirina parêzbendiyê û hilweşandina parlamenteriya Enis Berberoglu ji ber doza Rêxistina Istixbaratê ya Netewî (MIT) bûye. Berberoglû ji ber belavbûna nexweşiya covid-19ê roja înê hatibû tehliyekirin.
Herwiha parlamenteriya her yek ji parlamenterê HDPyê Musa Farisoglullari û Leyla Guvenê jî ji ber doza Koma Civakên Kurdistan (KCK) hatibû betalkirin.
Herdu parlamenterên HDPyê Leyla Guven û Musa Farisoglullari ku niha parlamenteriya wan hatiye hilweşandin, pêştir di 24ê Îlona 2019an de cezayê girtîgehê bi ser wan de hatibû sepandin. Her du parlamenteran bi tohmeta "Endamtiya Rêxistina Terorê " ji aliye 2em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve ceza girtibûn. Dadgehê 9 sal ceza dabû Farisogûlları û 6 sal û 3 meh jî ji Leyla Guvenê birîbû.
Cezayê her sê parlamenteran ji aliyê 16em Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind ve hatibû pesend kirin. (RT/AY/FD)