Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzerê berê yê Donald Trumpî, Michael Cohenî hefteya borî li Meclîsa Nûneran îfade dabû. Serokê Komîteya Edaletê ya Meclîsa Nûneran, Jerrold Nadlerî diyar kiriye ku bi sûcên "astengkirina sîstema edaletê","gendelî","di rêyên xelet de bikaranîna erk û wezîfeyan" li ser Trumpî lêpirsînek ê bê vekirin.
"Wî rê li sîstema edaletê girtiye"
Parêzerê berê yê Donald Trumpî, Michael Cohenî bi belgeyan daye zanîn ku Trumpî sûcên "hîlekarî, nijadperestî, di rêyên xelet de bikaranîna erk û wezîfeyan" kiriye.
Di dema dadkirina wî de pirsa gelo Trumpî rê li sîstema edaletê girtiye an na hatiye pirsîn wî Cohenî gotiye belê.
Trump: Ez mirovek im ku neheqî lê hatiye kirin
Li ser gotinên Jerrold Nadlerî Trumpî jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kiriye "Ev gotin bi temamî derew in. Lê belê medyaya sextekar û virker dê vê nîşan bide."
" Ez mirovek im ku neheqî lê hatiye kirin." Wî gotiye ji ber ku ew li hilbijartinê bi ser ketiye ev kiriyar li dijî wî têne kirin.
(PT/MB)