Lawrencê dîplomat li Balyozxaneya Ingiltereyê bû nêçîrvanê mişkan

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Pisîka ku li Balyozxaneya Ingiltereyê ya li Urdinê ye bi awayekî fermî weke “nêçîrvanê mişkan” hat wezîfedarkirin.
Pisîka bi navê Lawrencê Abdounî ji stargehê hat wergirtin û li balyozxaneyê hat bi cî kirin. Abdoun li Amman a Urdinê navê herêmekê ye.
Lawrence yekem pisîka dîplomat a Ingiltereyê ye.
Lawrencê Abdounî wê di bin kontrola Edward Oakden Balyozê Ingiltere li Urdinê kar bike.
7 hezar kes li ser Twitterê hesabê pisîka dîplomat dişopînin.
Li Avahiya Serokwezîrtiyê ya Ingiltereyê ji sala 1924an û vir ve ji bo nêçîra mişkan, pisîk tên xwedîkirin. Dewlet muçeyê pisîkan dide. Navê pisîka niha li Serokwezîrtiyê ye Palmerston e.
Wilberforce di navbera salên 1973 û 1986ê de li avahiya serokwezîrtiyê ev kar kiriye û weke pisîka ku herî zed nêçîrvaniya mişkan kiriye tê naskirin. Wilberforcê di dema çar serokwezîran de nêçîrvanî kiriye. (AS/FD)