LaWje, koma muzîkê wê îro û sibê li Êlih û Amedê du konseran pêk bîne.
LaWjeyê beriya nexweşiya covid-19 belav bibe bi navê “LaWje’yên evîniyê” projeyek amade kiribû û di vê projeyê de stranên klasîk ên muzîka kurdî şîrove kiribûn. Ji ber pandemiyê komê, pêşkêşkirina vê projeyê rawestandibû. Piştî bergiriyên pandemiyê hatin rakirin, LaWjeyê bernameya xwe ya ji bo vê projeyê jî diyar kiriye.
LAWJE |KONSER
— yenisahne (@batmanyenisahne) October 12, 2021
LAWJE 15ê Cotmehê roja înê saet li 20.00an de li Sehneya Baroya Batmanê ye. Jê nemînin.
LAWJE 15 Ekim Cuma günü Batman Barosu Sahnesi'nde olacak. Kaçırmayın.@LawjeOfficial@AlitekbAli@amid_art pic.twitter.com/Qc5jZb2J2D
Konsera yekem a komê wê îşev li Êlihê be. Konser îşev li Salona Tahîr Elçiyî ya Baroya Amedê, li gorî saeta Amedê wê di 20.00ê de dest pê bike.
LaWJe |KONSER
— amîdart (@amid_art) October 12, 2021
Dîyarbekir/Amed
???? 16 Cotmeh/Ekim
???? Cahit Sıtkı Tarancı Kültür Merkezi (Devlet Tiyatrosu Binası) Koro Sahnes
⏱ 20.00@LawjeOfficial @AlitekbAli @pirtukakurdi @mamusiccenter1 @KovaraZiryab @torazimanucand @EnstituyaKurdi @SanoyaBajerAmed @AmedsporSK #amidart pic.twitter.com/QWreXDj33B
Her weha 16ê Çiriya Pêşiyê jî wê kom li Amedê, Sahneya Koroyê ya Navenda Çandê ya Cahît Sitki Taranciyî ango Avahiya Şanoya Dewletê de wê li dar bikeve. Ev konser jî wê li gorî saeta Amedê di 20.00ê de dest pê bike.
Bixwîne - Lawje wê "Evîniya Welêt" bistirê
Konser bi organîzasyona Yeni Sahne û Amîdartê wê pêk werin. (FD)