Koma muzîkê ya bi navê Lawje wê li Stenbolê konsertekê çêbike. Konserta Lawjeyê wê 6ê Tîrmehê roja înê li Kadikoya Stenbolê li Moda Sahneyê çêbibe.
Kom wê saet 20.30 deqîqeyan derkeve ser dikê û stranên xwe pêşkêşî guhdarvanan bike.
Lawje yek ji wan komên muzîkê ye ku di salên dawiyê de bi nûjenkirina stranên folklorîk ên herêma Colemêrgê, bi nav û deng bûye.
Solîstê koma ku ji çar kesan pêk tê Alî Tekbaş e. Kom li gel amûrên klasîk ên muzîkê bi amûrên modern, muzîka kurdî ya klasîk nûjen dike.
Kom bi taybet li ser ew muzîka ku bi herêma Colemergê tê naskirin kar û xebatê dikin. Kom vê muzîkê li gorî formên modern ên cîhanê ji nû ve saz dikin û pêşkêşî muzîkhezan dikin.
Kom ji sala 2003yê û vir ve li karê muzîkê dike. Albuma wan a yekê ya bi navê "Seliqê" sala 2013ê ji hêla Kalan muzîkê ve hatiye çapkirin û belavkirin. Ji ber muzîka wan a di filmê bi navê "Were dengê min" de di 33yemîn Festivala Filman a Stenbolê de "Xelata herî baş a muzîkên filmî" standine. (FD)