Kûrtûlmûş: Welê dixweyî ku referandûm dê di 2 an 9ê Nîsanê de be
Cihgirê serokwezîrî, Nûman Kûrtûlmûşî diyar kir ku heke bi vî awayî dengdana guhertina Makeqanûnê dom bike li serê Nîsanê di 2 an jî 9ê Nîsanê de referandûm dê bê kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cihgirê serokwezîrî, Nûman Kûrtûlmûşî li 24 TVyê bersiva pirsên li ser rojevê da.
Wî da zanîn ku ji bo guhertina Makeqanûnê pêşiyê parlamento dê dengan bide, paşê serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan dê îmze bike.
Dema referandûmê dê di 2 an jî 9ê Nîsanê de be.
Kûrtûlmûşî da zanîn ku di dengdanan de dengên erê di navbera 340 û 347ê de diguhere û ew texmîn nake ku îradeya parlamenteran biguhere.
"Ez di wê qinaetê de me ku ne rast e em niho hejmarekê bidin lê ez texmîn dikim ku bi rihetî dengên erê dê zêde bin.
"Niho dengdana ji bo Makeqanûna nû li gor plana me diçe. "
(AS/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.