Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Cihgirê serokwezîrî, Nûman Kurtulmuşî eşkere kir ku Halê Awarte heta ku pêwîst e dê dom bike, dê Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de bêne nivîsîn û lêpirsînek li ser 347 hesabên medyaya civakî hatiye vekirin.
Dîwana Wezîran duhî di siet 22.00yê de civîya û civînê 7 sietan dom kir.
“Em ê bersiva pêwîst bidin”
*Bi hemî hêza xwe ve em ê bersiva pêwîst bidin.
*Divê êdî civata navneteweyî ferqê neêxe di navbera terorîstan de. Heta ku ev piştgiriya îstixbarî, lojîstîk û siyasî ji bo wan heye ne bi tenê Tirkiye ti dewletên dinyayê dê nekarin ji êrîşên terorî xelas bibin.
“Bersiveka ji operasyonên derve re bû”
*Bi taybetî bi Tevgera Mertalê Firatê operasyonên biserkeftî, rêxistinên terorî û bi taybetî ew dewletên wan rêxistinan ji xwe re wek teşeron bi kar tînin aciz kirin.
*Operasyonên Mertalê Firatê dê dom bike. Li El Bab û Minbîcê heta cihê paşiyê yê ku ji me re dibe tehdît, em ê biçin.
“Têkiliyên bi Iraqê re”
*Me çawa ku têkiliyên lawazbûyîn yên digel Rûsyayê xurt kirin me bi Iraqê re jî dest bi xurtkirina têkiliyan kiriye.
“Rewşa Awarte dê dom bike”
*Rewşa Awarte ne hima welê hatiye îlankirin. Heta pêwîst be dê dom bike. Divê dewra ku tehdît dewam dike û FETO hewil dide xwe bike di nav desgehên dewletê de Rewşa Awarte dê dewam bike. Em dixwazin sibeyê Rewşa Awarte bi dawî bê.
*Me Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de amade kirine. Guhertinên biçûk tê de têne kirin. Em ê di demek kurt de wan eşkere bikin.
“Lêpirsîna li ser 347 hesaban”
*Li ser 347 hesaban ji ber ku ew tovê dijminatiyê di nav civatê de direşînin lêpirsîn hatiye vekirin.(NV/MB)
*Wêne: Ahmet Bolat – Enqere/AA