Ji bo nûçeya Tirkî
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş piştî daxuyaniya ku 3 mehan Rewşa Awarte (OHAL) hatiye îlankirin daxuyaniyên nû da. Kurtulmuş daxuyand ku di dema OHALê de dê PMME pêk neyê.
Li gorî nûçeya Deniz Zeybekê ji Hurriyetê axavtina Kurtulmuşî bi vî rengî ye:
‘Em soz didin gelê xwe ku tişteke wê bi wan neyê. Em pêkanîna PMMEyê di çarçoveya madeya 15. de didin sekinandin û ev yek dê 3 meh wiha bidome.’
‘Dê derketina derve neyê qedexekirin û mafên bingehîn jî dê neyên binpêkirin. Şertên sîstema bazara serbest de dê tu pirsgirêk nebin.’
Kurtulmuş nirxandina ‘Em OHALê dixwazin di nava mehek û nîv de biqedînin’ kir û wiha got: ‘Em qedexeya derketina kolanan teqez naynin. Pêkanînên ku li ser jiyana rojana bandorê bike dê nebin.’
Kurtulmuş bi lêv kir ku têkîldarî hewldana darbeyê kêmasiyên îstixbaratê yên şexsî çêbûne û xebatên ji bo sazkirina artêşê dê bidome.
(NV/YO)