Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye. Fîlm li ser kalekî 75 salî ye ku heta niha jî li Zaxoyê karê boyaxkirina sol û pêlavan dike. Ew kesekî nebînayî ango kor e. Kurekî bi navê Reşko ku şagirtê çayciyekî ye, karakterê duyem yê fîlm e. Reşko yek bi yek rengê pêlavan ji boyaxçiyê me re dibêje...
Rûmet yekem kurtefîlma "Loran Media Productions-ê" ye û ji niha ve ji bo sê festîvalên navneteweyî re hate şandin. Berlîn û Cannes ji van festîvalan in. (MB)