Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wekîlê Izmîrê yê ji Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Ertugrul Kurkçuyî ji bo Roja Rojnamegerên Hatîn Kuştin ji bo çapemeniyê daxuyaniyek xwend.
Kurkçûyî got:
“Dema rojnameger têne kuştin ew namirin lê dema ew xiyanetê li rastiyê bikin ew bi rastî dimirin.”
Ertugrul Kurkçuyî diyar kir ji sala 1909ê ve ji sedê zêdetir rojanameger hatine kuştin. Di navbera salên 1990-1995 ê de 37 rojnameger hatine kuştin, piraniya rojnamegerên hingê hatîn kuştin di medyaya kurdan de dixebitîn.
Bixwîne - Rêporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê
“TRT(Radyo û Televizyona Tirkan) ji xwe ne wek televizyoneka dewletê lê wek ajanseka partiyekê kar dike.
“135 rojnameger di girtîgehan de ne.
“Tirkiye welatê herî zêde rojnameger lê hatî girtin e û Tirkiye vê biserkeftinê diyarî AKPyê dike.”
Roja Rojnamegerên Hatîn Kuştin
Îtihatîyan sernivîserê rojnameya Serbestîyê di 5ê Nîsana 1909ê de kuşt. Sala 1997ê 6ê Nîsanê wek Roja Rojnamegerên Hatîn Kuştin hatiye îlankirin.
(EA/MB)