Fotograf: Ji vîdeoya îşkencekirina kûçikî hatiye girtin. Çavkanî: Rojnameya Cûmhûriyetê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Heyeta dadgehê di yekem danişîna doza kuştina kuçikî de biryara tehliyeyê ji bo herdu bersûcan, Mûrat Bacakê 27 salî û Sefa Çakmakê 28 salî daye. Li Konyayê Bacak û Çakmakî li Navenda Rehabîîltasyona Ajalan a Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê, bi bêrê li kûçik xistibûn û ew kuştibûn. Ji ber kuştina kuçikî, dozgerî xwestibû her yek ji wan bi şeş sal cezayê girtîgehê bên cezakirin.
Danişîna duyem wê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2023yê de pêk bê.
Mûrat Bacakî îdia kiriye ku kuçikî êrîşî wî kiriye: "Beriya bûêyer kûçikî dev li du hevalên me kir. Beriya vîdeoyê min carekê lê da. Dema pêşiya wê nebe, xuya nake. Ji ber ku ji ajalan hez dikim, min lîseya beytariyê hilbijart."
Sefa Çakmakê ku kuçik kaş kiribû jî gotiye di 14ê Îlonê de wî dest bi wezîfeya xwe ya cihê xwedîkirinê kiriye: "Ez derziyên kûçikan li wan dixim û paşê wan dîsa dixim kafesan. Piştî kuçik ji kafesê derxist, êrîşî Mûratî kir. Dema kuçik êrîş kir, ji ber tiştek di destê Mûrat de nebû, wî bi bêra li ba xwe lê da. Carekê lê da. Dema kûçik gêj bû, min di wê esnayê de ew girt. Ez dibêm qey Mûrat tirsiya, ji ber wê bi bêrê lê da. Kesî tiştek negot."
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê îdianameyek amade kiribû û di îdianameyê de vîdeoyeke ji 11 saniyeyan pêk dihat jî hebû. Di vê vîdeoyê de dîmenên îşkencekirina kuçikî hebû û hatibû gotin ku kûçikî bi ti şêweyî êrîşî kesî nekiriye.
Çi bûbû?
Di 25ê Çiriya Paşiyê de li Navenda Rehabîlîtasyonê ya Ajalan a Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê, wezîfedarekî bi bêra di destê xwe de li kûçikekî dabû û ew kuştibû. Navenda Mafên Ajalan a Baroya Stenbolê aşkere kiribû ku dîmen gihîştine ber destê wan û tê de xuya dike ku kûçik bi rengekî hovane hatiye kuştin û mafê wî yê jiyanê hatiye binpêkirin.
Di vîdeoyê de ku dîmenên îşkenceyê tê de hebûn, xuya dikir ku wezîfedarekî din heman kûçik bi benekî kaş dike.
Piştî bûyerê midûrê wê navendê ji kar hatibû dûrxistin, herdu gûmanbarên îşkence li kûçikî kiribûn, hatibûn girtin. (TY/FD)