Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berpirsê Inovasyon û Zanistê yê BioCubaFarmayê Rolando Pérez Rodríguez, Midûra Navenda Kontrola Cîhazên Tibî û Dermanan (CECMED) Olga Lidia Jacobo-Casanueva û Midûra Inovasyona Teknolojiyê û Zanistê ya Wezareta Tenduristiya Gel a Kubayê û Koordînatora Plansaziya Derzîkirinê ya Netewî ya Covid-19ê Ileana Morales Suárezê roja sêşemê li Havanayê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Di civînê de ji rojnameger, hilberînerên derziyan, pisporên tenduristiya gel û nûnerên siyasî yên welatên biyanî re behsa planên xwe yên piştgiriya derziyan ên ji bo Başûra Kurewî kirine.
Kubayê aşkere kiriye ku digel ambargoya DYAyê, bi piştgiriya darayî ya Bankeya Entegrasyonê ya Ekonomîk a Amerîkaya Navîn û hin piştgiriyên din ew dikarin 200 milyon doz derziyan çêbikin.
Midûrê Giştî yê Enstîtuya Derziyan a Finleyê Dr. Dr Vicente Vérez Bencomo di dem civîna çapemeniyê de axiviye ku Enternasyonala Pêşverû ev civîn saz kiriye. Bencomo diyar kiriye ku “Bi tenê di salekê de em dikarin 120 milyon doz aşiyan çêbikin.”
Di civînê de behsa xalên sereke yên plana hikûmeta Kubayê kirine:
Bi bihayê piştgiriyê wê derziya Covid-19ê bidin welatên dahata wan hindik e.
Wê amûr û zanista teknolojiyê bişînin welatên dahata wan hindik e du ka bikaribin derziyan çêbikin.
Li welatên ku wê bibin hevkarê vê seferberiyê, ji bo belavkirina derziyan wê ekîbên tenduristiyê werin zêdekirin. Ev ekîb wê perwerdeyê bidin û kapasîteya kapasîteya kar û barên tenduristiyê fireh bikin.
Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Gheybreysusî newekheviya kurewî bi navê "apartheida derziyan" penase kiriye. Li welatên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 80yî mezinan hemû derziyên xwe li xwe xistine, lê li welatên ku dahata wan kêm e, bi tenê ji sedî 9,5ê mirovan dozek derzî li wan ketiye.
Düşük gelirli ülkelere dayanışma fiyatıyla Covid-19 aşısı
Li Kubayê zêdetirê ji sedî 90ê welatiyan kêmanî dozek derzî li xwe xistiye. Li gorî daneyên WHOyê, welatên dahata wan kêm ji bo dozek derziyê li derdora 6,88 dolar pereyan didin.
Li gorî heman daneyan, beriya şewbê welatên pêşketî ji bo derziyên din, serî dozê bi 0,80 dolarên amerîkî dikirîn. Afrîkaya Başûr neçar maye ku derziya Oxford-AstraZenecayê ji gelek welatên Ewropayê bi 2 qat û nîvê zêdetir bikire. Bangladeş û Ûgandayê jî ji bo derziyan ji YEyê zêdetir pere dane.
Kubayê di van demên nêzîk de Sûriye, St. Vincet û Grenadinan jî di nav de alîkariya darayî şandibû welatên daxwaz kiribûn. Her weha ji bo alîkariya teknolojîk bişîne, hevdîtin bi Arjantîn, Îran, Venezûela, Vîetnam û Nîkaragûayê û hin welatên din re kiribû. (AEK/FD)