Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Di vê dema ku bandorên hilweşîner yên krîza îklimê yekcar têne hîs kirin û xwe nîşan didin de kesên ku herî zêde di bin banoran de dimînin û para xwe distînin jin in.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji sedî 80yî kesên ku ji ber kerîza îklimê koçber bûne jin in. Dîsa, li gorî Neteweyên Yekbûyî, xetereya mirinê ji bo jin û zarokan 14 caran ji mêran zêdetir e di felaket û bûyerên girêdayî krîza îklimê ne de.
Li gorî rapora ji aliyê Women’s Environmental Networkê ve hatiye amadekirin, ku Sazîyeka Jîngehê ye û li Îngiltereyê ye, her sal zêdeyî 10 hezar jin ji ber sedemên têkildarî krîza îklimê dimirin.
Mafên perwerdehî, tenduristî û milkiyetê
Li hin derên cîhanê jin neçar dimînin ku li gor mêran zûtir jiyana xwe yî perwerdeyê b,i dawî bînin, ev rast3iyeka din e. Ev rastî jî dibe sedema ku jin di derbarê krîza îklimê û çareserîyên wê de bibine xwedî kêmtir agahîyan û kêmtir cî di dema biryardayînên krîza de bigirin.
Bi taybetî di nav dewletên xizan an ne pêşkeftî de sedema bêhtir jin di bin bandora krîzan de dimînin ev in ku derfeta jinan ji bo gihîştina perwerde û tendûristîyê kêmtir e, mûlkîyeta jinan tune ye û hwd.
Pêwist e ku mirov ji bîr neke ku baviksalarî yek ji wan sedemên herî mezin e ku gerdûn ber bi tunebûneke weha ve diçe.
Çima rêjeya mirinê ya jinan di afetan de zêdetir e?
Hin ji sedemên zêdetirbûna rêjeya mirina jinan a di dema afetan de ev in; ji bo xilaskirina zarokên xwe bêtir wext derbas dikin û ji ber vê yekê dem ji xwe xilaskirinê re namîne, nekarin avjeniyê bikin, lênêrîna pîr û kalan li ser wan e ewil ê hay ji wan dimînin, ji bo derketina ji malê pirî caran li benda mêrekî dimînin, ji ber kincên xwe yên kevneşopî nikarin bi rehetî bimeşin an bibezin, ne karin birevin, serdestiya çanda heremî li ser wan heye, berpirsiyariyên wan ên navxweyî pirr in an jî ew derfetên wan nînin ku hişyarîyên li ser afetan bibihîzin. Ev sedem heta radeyekê rave dikin ka çima rêjeya mirina jinan di afetan de bilindtir e.
20 mîlyon ji 28 mîlyon mirovên ku ji ber felaketên krîza îklimê koç kirine, jin in.
Piştî afetê jî xetere berdewam dike
Li gel van tiştan tevan, ger jin bi rengekî ji bobelatan xelas bibin jî vê carê ew bi xetereya şîdeta laşî û cinsî re rû bi rû dimînin an xetereyên bi vî rengî re. Rêjeyeka mezin a jinên ku ji afetan xilas dibin û li stargehan dimînin bi tundî, tacîz û tecawizê re rû bi rû dimînin.
Li gorî lêkolînên ku li Asyaya Başûr hatine kirin, jin ji ber destavêtin, tacîz û şîdeta li herêmên stargehan diqewimin hewl didin xwe li ser banê xaniyên xwe an jî li serê daran bigirin.
Sazîya Girls Not Bridesê ku armanca wan ew e rê li ber zewicandinên zarokan bigirin, ku tu armanca wan î kar û ticarî tune ye, diyar dike ku her sal 12 milyon keçên ne balix bi zorên têne zewicandin û rola afet û bobelatan jî di vê yekê de pirr e.
Wekî din, lêkolîn nîşan didin ku afet îhtîmala ku jin û keç di berdêla xwarin û pereyan de mecbûrî bazirganiya seksê bibin û ev yek vê rêjeyê jî zêde dikin.
Xwegihandina ava paqij berpirsiyariya jinê ye
Em dîsa dibînin ku kesên herî zêde di bin bandora ziwabûn an kêmbûna çavkanîyên avê de dimînin jin in, pirrtir jin in. Ji serê her 10 malan de li 8 malan jin û keç ji peydekirina avê berpirsiyar in.
Ev rêje jimareyek girîng e ji bo têgihîştina ka çima krîza îklimê di rewşa ziwabûna îroyîn de bêtir bandorê li ser jinan dike.
Êdî jin neçar in ku ji cihên dûrtir avê bibin malên xwe. Jinên ku divê her roj şeş kîlometreyan bimeşin da ku xwe bigihînin avê pirr caran di vê rêwîtîyê de rastî zordarîya fîzîkî an devkî ya mêran tên.
Bandorên bêtemînatîya xwarinê
Herî zêde jin û keç di bin bandora bêtemmînatîya xwarinê de dimînin. Di demên xelayê de li gor zarokên kurik kêmtir xwarin tê dayîn bo keçikan. Ev yek îhtîmala ku keçik bi nexweşiyan bikevin zêdetir dike, û wan mexdûr dihêle.
Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî (IUCN) ve sala par hatî kirin, rêjeya zewaca bi zorê ya keçan di şert û mercên mîna birçîbûn û xelayê de, ku ji ber afetên îklimê çêbûye, zêde bûye.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê radigihîne ku salane zêdetirî 250 hezar mirin dê ji ber kêmxwariniyê, kêmbûna kalîteya hewayê û zêdebûna nexweşiyên avî ji ber krîza îklimê çêbibin. Gava newekheviyên zayendî yên heyî li ber çavan bên girtin, ev rastiyeka pirr eşkere ye ku pirraniya jinan dê di van şert û mercan de jiyana xwe ji dest bidin.
Kêmbûna hilberîna çandiniyê
Kêmbûna hilberîna çandiniyê ya ji ber krîza îklimê dibe sedem ku jin cih û war û welatên xwe biterikînin an jî pirrtir hindik destheq werbigirin.
Rêjeya jinên ku di sektora çandiniyê de li Tirkiyeyê dixebitin ji sedî 28 e. Herweha, Ji %82ê ku hejmareka mezin e bêyî ewlehiya civakî dixebitin.
Li gorî hejmarên Project Drawdownê jin ji sedî 43ê hilberîna çandiniya cîhanê dikin. Di rewşên ku çavkaniyên hilberîna çandiniya wan wekhev in de jî, jinên cotkar ji sedî 20-30 zêdetir hildiberînin.
Lêbelê, jin bi gelemperî ne xwediyê çavkaniyên hilberîna çandiniyê yên wekhev in û kêm kes jî di biryardanê de xwedî gotin in ji ber ku ew ne xwediyê axê ne û tu mafê wan ê gotin li ser axê tune ye.
Krîza îklimê tundîyê gur dike
Li gel van, niha rastiyek îsbatkirî ye ku krîza îklimê tundîya mêran a li ser jinan zêdetir kiriye. Li cihên ku jin ji hilberîna çandiniyê berpirsiyar in, dema ku hilberîn ji ber bûyerên krîza îklimê an ji ber sedemên nediyar nekarin berhema ku tê xwestin bi dest bixin, tê dîtin ku şîdeta nava malê li dijî jinan zêdetir dibe.
Ji bo zêdebûna şîdeta zayendî serpêhatiyên jinên ku li peravên Afrîkayê dijîn dikare weka nimûneyekê bêne nîşandan. Kêmbûna masîyên li okyanûsê û deryayan, ji ber krîza îklimê, bandoreka neyînî li jinên ku li peravên Afrîkayê dijîn dike. Ji ber ku masîgiran dest bi daxwaza seksê jî kiriye li gel destheqî. Li gorî lêkolîna IUCNê, ev sîstem li rojavayê Kenyayê pir berbelav bûye. Sistema Jaboya ji vê yekê re tê gotin.
Têkoşîna jinan di krîza îklimê de
Li gel ku kesên herî zêde ji krîza îklimê tesîrdar dibin jinin jî dîsa yên li hemberî vê yekê herîz êde dengê xwe derdixin û dengê wan tê bihîstinjî jin in.
Du jinên aktîvîstên îklimê, Ji me re hem behsa têkoşîna xwe kirin û hem jî ew çawa di nava vê têkoşînê de cî digirij kirin.
Ozge Doruka ji Komeleya Parastina Xweza û Çandê ya Kazdağları ye ku 27 salî ye, dibêje ku têkoşîna wê ya bi qeyrana avhewa re nêzî 10 salan e.
Doruk diyar kir ku dema ew ji bo masterê çû Çanakkaleyê, ew li wir tevlî tevgera ekolojiya herêmî bû. Pêşî wek lêkolîner, paşê wek aktîvîst û niha jî wek xebatkareka profesyonel ... Doruk niha li Çanakkaleyê li ser bingeha projeyê dixebite û hem jî û li Kazdagları jî wek aktîvîst dixebite.
Doruk di heman demê de hilberînera belgefîlma ‘’Çan-Bir Termik Kasabası’’ê ye. Doruk diyar kir ku wê ji bo teza xwe ya li ser Santrala Termîk a Çırpılarê xebateka meydanî dike. Dorukê got ku ew ji bo ku çîrokên li wir ji temaşevanan re û ji komên mezintir re belav bikin belgefîlmekê çêdikin û got, "Em ê belgefîlmên bi vî rengî jî bikişînin."
'Têkoşîna jinan dilsoztir û bi inyattir e'
Ozge Dorukê destnîşan kir ku jin pirrtir û bi awayekî girantir bi krîza îklimê re 3u encamên wê re rû bi rû dimînin, û diyar kie ku li herêma Çanakkaleyê ji wek encameka krîza îklimê av kêmbûıye û xwegihandina avê jî zehmet bûye û k3esên herî zêde ji vê rewşê te’deyê dibînin jî jin in.
"Ji ber ku hemî rolên wekî şuştina firaxan û çêkirina xwarinê yan paqijî, ku em jê re dibêjin rolên zayendî, yên bi avê têne kirin, li ser wan hatine ferzkirin û dema ku av tune be ew rasterast di binê bandora vê de dimînin. Ji bo mêran pir hêsantir e ku di rewşeka krîzê de ji cihî derkevin an wî cihî terk bikin, bi saya rolên ku li wan hatine tayînkirinkirin. Ew dikarin yekser rabin û biçin. Lê barê malê yê li ser jinê, lênêrîna pîr û zarokan, berpirsiyarî û karên li ser jinê hatin ferkirin nahêlin ku jin yekser derkeve."
Doruk diyar dike ku jin têkoşîna îklimê li cîhekî pir dilsoz û bi inyat dibîne, Herweha dibêje ku wêrekî û hevgirtina di têgihîştina jinan de ku ew li cihê ku lê ne an jî di têkoşîna wan a li dijî wê pirsgirêkê bi her awayî bandorê li wê dike û wê pirr hestiyar dike û hêzê jê digire.
Ozge Doruk got; "Jin yek ji wan koman e ku wê herî zêde di bin bandorên krîza îklimê de dimînin, lê her weha yek ji wan civakan e ku em di têkoşînan de li sefên pêşîn de wan dibînin." Herweha wê got ku dê di rojên pêş de wê ev rih û ev hevgirtina jinan xwe wateyek hebe û ger ku ji xwe bawertir bin wê hêzdartir bin.
Ji projeyan heya bi aktîvîzmê
Deniz Gumuşela dilxwaza Komîteya Jîngehê ya İkizköyê jî ev 21 sal in ku endazyara jîngehê ye. Gumuşel, bi salan di projeyeka ku bandorên sektora enerjîyê li ser krîza îklimê jî dikolin de xebitîye.
Ew herî dawî beşdarî xebata Tora Tevgerê ya îklimê ya bi navê Berdêla rastîn a komirê de cîh girt ku ew proje li ser bandorên santrala termîk a li ser civak, ekosîstem û jiyana civakî yên Muglayê bûn.
Deniz Gumuşela ku di eslê xwe de li Enqereyê dijî, piştî ku ji bo projeyê di sala 2017an de hatiye, nikare ji Mûglayê derkeve, dûr bikeve.
Di heman wextê ku lêkolîn hate weşandin de, tê xwestin ku Daristana Akbelen a li taxa İkizkoy li navçeya Milasê were rûxandin da ku qada kaniya lignîtê ya ku sotemeniyê dide santralên termîk ên Yenikoy û Kemerkoyê berfireh bike.
Li ser vê yekê, dema ku mirovên İkizkoyê dibêjin "Em dê êdî erdên xwe nedin komirê" berxwedanek dest pê dike. Deniz Gümüşelê diyar kir ku ew jî tevlî têkoşîna li İkizkoyê tê meşandin bûne.
Gumuşelê got; “nayê bîra min ku min di jiyana xwe de çend rapor nivîsandine, min di çend lêkolînan de cih girtiye. Lê yek ji wan hevqasî bi kêr nehat. Min tu carî wekî ronakbûna komî ya ku me li vir ceribandiye pêvajoyek wusa hînker nedîtiye. "
Denîz Gumuşel jî diyar kir ku piştî tevlîbûna wê ya têkoşînê li ser wê propagandaya reş jî hatiye kirin. Diyar kir ku muxtar bi gotinên ‘’Jîngehparêza dil xirab Deniz Gumuşel’’ê roportaj dane rojnameyan, di derheqê wê de tiştên ne baş ji gundîyan re gotine, her weha diyar kir ku dîsa jî gundîyan guh nedane van yekan û ev yek nedane pêş.
'Ew dizanin ku di têkoşîna krîza îklimê de ne'
Dema ku berxwedan du sal in berdewam dikin, di 17ê Tîrmeha 2021an de, Midûriyeta Bikaranîna Daristanan kete qadê û 30 dar jêkirin. Yek ji gundiyên wê rojê, Necla Işikê nekarî hêstirên xwe bigire û wiha bi ser wan re qêriya:
"Ez nikarim nefesê bistînim. Dema ku her kes li ser kar bû, li ba heywanên xwe bûn û ew hatin û dest bi jêkirina daran kirin, berî ku kes karibe mudaxele bike. Em ew qas diaxivin, dibêjin 'dev jê berdin, jê nekin'. Li pêşberî me însan tune ne. Qetek kevir heye. Ji kerema xwe werin piştgiriyê. Pêdiviya me bi alîkariyê heye. Ger ev der biçe, em xilas dibin. Ev ne tenê pirsgirêka İkizköyê ye. Ev pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye.”
Gumuşel destnîşan kir ku gundiyên ku berxwedana xwe didomînin, di heman demê de hay jê hene ku ew jî li dijî krîza îklimê şer dikin, û got, "Me hewl dida ku her cara ku zimanê me zivirî, îfade bikin ku bi rastî li dijî cîhanekê têkoşînek heye. krîz li derveyî parastina cîhê jîna herêmî. Ew pêvajo ji bo gundiyên vir jî pêvajoyek bû. Dema ku em gihîştin, qala krîza îklimê dihate kirin, lê naha hemî girêdan li hev hatine.’’
'Jin li gotina xwe texsîr nakin'
Denîz Gumuşel ji bo jinên ku beşdarî berxwedanê bûne wiha got: “Ji wan mirovên herî qehreman ku ev du sal in em li gel wan di şerî de ne, yên herî êrîşkar, yên herî gotina wan eşkere û yên ku herî zêde wextê xwe didin vî karî jin in. Zilam jî hene, lê piraniya kesên ku vî karî bi dilxwazî dikin jin in.’’
Gumuşel sedema vê yekê bi du tiştan ve girê da: Ya yekem, barê sereke yê hilberîna çandiniyê li ser jinan e, û ya duyemîn, jin hîn jî ji xwezayê xerîb nebûne, nabin.
Zehmetî û Pirsgirêkên jinbûnê
Jin, ji ber ku jin e jî neçar dimîne ku di navbera têkoşînekê de jî têbikoşe ji ber ku bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Gumuşeêl diyar kir ku wê weka çalakvaneka di berxwedana İkizköyê de ti zehmetî nekişandiye û diyar kir ku ew pirsgirêkên herî zêde di komele, platform û rêxistinên bajaran de jiyaye.
Gumuşel; ‘’Ez jineka 46salî me ku 21 sal e endezyar im. Ti wateya van nîne, namîne. Ger hevalek bi deh salan ji min piçûktir tiştê ku min got bibêje, ew ê bêtir bi kêr werin ew gotin. Hûn di hundurê van avahiyan de têdikoşîn heya ku hûn bikaribin gotina xwe bidine bihîstin."
Bi heman awayî, Ozge Dorukê qala zehmetiyên ku di têkoşînê de rû dane kir û wiha got: “Ne tenê jinbûna we faktorek e, temenê we jî faktorek e. Bi cidînegirtineka ji hêla mirovên di nava tevgerê de û ne di nava tevgerê de re rû bi rû dimînî. Her gav piçek din hereketkirineka zêdetir hewce dike. "
Çîroka kê ye tê gotin?
Doruk hêj li Çanakkaleyê ye û ji bo têkoşîna xwe ev gotin kirin; "Tişteka wusa tune ku meriv dev jê berde. Em naha di krîza îklimê de derbas dibin û mixabin ev tenê destpêk e. Gava ku ez bi rewşeks wisa re rû bi rû dimînim, ez difikirim ku pêdivî ye ku em paşde gav neavêjin, hîn pêşdetir de biçin. Bawerî û înyata min ji berê zêdetir bi min re heye."
Denîz Gumuşel hîna di berxwedana Muğlayê de ye û diyar kir ku ew ê berxwedana xwe yî li wir bidomîne û binê gotina "Em ê heta dawiyê li vir bin" jî xêz kir.
Ev rastiyek e ku divê ji hêla tevahiya cîhanê ve were fêm kirin ku dema ku em qala krîza îklimê dikin, pêdivî ye ku em li ser wekheviya zayendî jî biaxivin. Ji welatên ku Peymana Îklimê ya Parîsê îmze kirin hat xwestin ku dema li dijî krîza îklimê tedbîran digirin wekheviya zayendî jî li ber çavan bigirin.
Plana Çalakiya Zayendî ya Guherîna Îklimê ya Neteweyên Yekbûyî armanc dike ku jin bi tevahî û wekhev beşdarî pêkanîna danûstandinên guherîna îklimê yên Neteweyên Yekbûyî bibin.
Tevî ku hin gav ji bo misogerkirina wekheviya zayendî di tekoşîna li dijî krîza îklimê de hatine avêtin hene jî, dê serlêdan û dilpakiya wan dê di serdemên pêş de diyar bibe.
Li aliyê din, jin li seranserê cîhanê di têkoşîna îklimê de di rêza pêşîn de ne. Hin jinên ciwan, wek Greta Thunberg, Licypriya Kangujam, Vanessa Nakate û Xiye Bastida, di heman demê de pêşengiya têkoşîna îklimê dikin.
Dîsa jî, wusa dixuye ku jin dê pêşengiya têkoşîna îklimê hem li Tirkiyeyê û hem jî li seranserê cîhanê bidomînin.
(MO/SO/VU/AY)
*Rêzenivîsa ‘Heyama ku Îklim û Dinya Diguhere
Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok! -Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan- Çiğdem Çağlayan&Funda Gacal
5/ Dê rojên xweş bên, rojên tavî û bê termîk- Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
12/ Pergaleka xwarin-çandiniyê ya berxwêder li hemberî krîza îklimê çawa gengaz e?- Fikret Adaman, Duygu Avcı, Umut Kocagöz, Gökçe Yeniev
13/ Krîza îklimê bandorê li jinan dike, jin bandorê li têkoşîna îklimê dikin- Merve Ozçelîk
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.