Kozmonot Aleksey Leonov miriye
Kozmonot Aleksey Leonov di 86 saliya xwe de miriye. Leonov di dîrokê de cara yekem bû ku li fezayê meşiya bû.

ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kozmonot Aleksey Leonov miriye ku di dîrokê de cara yekem bû ku li fezayê meşiya bû.
Leonov ji ber nexweşiyên xwe li Nexweşxaneya Burdenkoyê ya Moskovayê dihate dermankirin û di 86 saliya xwe de di destê sibehê de miriye.
Ji bo Leonovî wê 15ê Çiriya Pêşiyê li Goristana Leşkerî ya Federal a Moskovayê merasîmek bê lidarxistin.
Ligel German Tîvor û Yûrî Gagarînî, Leonov bi ekîbeke ji 20 kesan pêk hatibû cara yekem çûbûn fezayê.
Leonov 11em kozmonotê sovyetan bû û yekem kes bû ku di 18ê Adara 1965ê de ji keştiya fezayê derketiye û li fezayê meşiyabû. Leonov 12 deqîqeyan meşiyabû û 15 metreyan ji keştiyê bi dûr ketibû.
(HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.