Kovara Ziryab wê pêşbirka muzîkê çêbike. Li gorî daxuyaniya ku ji Kovara Ziryabê hatiye belavkirin, şertên pêşbirkê wiha ne:
•Divê zimanê stranan kurdî (kurmancî, dimilî û soranî) be
•Divê gotin û muzîka stranan aîdî kesên beşdar be
•Divê kesên beşdarî pêşbirkê bibin, heta niha albûm dernexistibin
Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku kesên bixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, divê ji 25ê Kanûna Pêşiyê (Berfenbar) ya 2018ê heta 5ê Sibata 2019ê straneke xwe bişînin ber destê lijneya pêşbirkê.
Lijneya pêşbirkê ji van kesan pêk hatiye: Harûn Elkî, Ozan Irmak, Serhat Temel, Erdem Altinses, Gokce Selîm.
Di encama pêşbirkê de ji bo 3 kesên ku di pêşbirkê de bi ser bikevin dê singelek were çêkirin.
Bixwîne - Kovara mûzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kiriye
Derbarê Kovara Ziryabê de
Meha Îlona 2018ê dest bi weşana xwe kiriye. Yekem kovara muzîkê ya bi kurmancî ye. Kovar wê ji çar mehan carekê ve were weşandin. Desteya weşanê ya Ziryabê ji van kesan pêk tê: Ji Siya Şevê Gokçe Selim û Serhat Temel, Harûn Elkî û Ozan Irmak. Edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz û Serhat Temel dikin.
Desteyê armanca derxistina kovarê wiha diyar kiriye:
“Em dixwazin pirsgirêkên muzîka kurdî û pirsgirêkên muzîkjenên kurd li her deverê û li her qonaxê bi zimanekî erênî, nêrînên berfireh û heta derfet hebe bi her zaravayên kurdî bên nîqaş kirin. Armanca me muzîka ku bi keda salan û bi nirxên bilind hatiye afirandin, bi çavekî zelal û guhekî vekirî berpêşî xwînerên kurdî bikin. Hêviya me ew e ku ji muzîkjen û dilsozên muzîkê re qadeke nû ya xweîfadekirinê vekin. Û em dixwazin hinek be jî siya li ser muzîka kurdî rakin.” (FD)
Ji bo peywendî, hûrgilî û serîlêdanê: [email protected]