Kovara Kürt Tarihi her du hejmarên dawî bi awayê online weşandiye
.jpg)
Kovara Kürt Tarihi her du hejmarên dawî yên yên kovarê bi awayê online weşandiye.
Kovara ku Weqfa Îsmaîl Beşikçiyî derdixe hejmara 38 û ya 39an li ser înternetê bi formata PDFê weşandiye.
Di hejmara 38an de dosyayek li ser Mela Misetfa Barzanî û têkiliyên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ê Sovyetan (YKSS) û kurdan kiriye. Firat Sozerî edîtoriya vê dosyayê kiriye ku di heman demê de wergerek û nivîseke wî jî di dosyayê de heye. Sozeriyî nivîsa Angelika Pobedonostseva Kayayê ji rûsî wergerandiye ku sernavê wê “Barzanî û YKSS: Gelo hevalbendiyeke beravêtiye?” ye. Her weha bi xwe jî nivîsek bi sernavê “Li gor dokuman û nameyan têkiliyên Mela Mistefa û YKSSyê” nivîsandiye.
Di hejmara 39an de jî Kovarê di bergê de mijara Komeleya Jinan a Şoreşger û Demokratan derxistiye pêş. Kovarê di vê hejmarê de dosyayek amade nekiriye û nivîsên curbecur ên derbarê dîroka kurdan de weşandiye. (FD)
Ji bo ku kovarê bikaribe daxîne bitikîne