Kovara du mehî ya çand, huner û polîtîkayê, di hejmara ewil a 2020an de dosyeya xwe bo 40 salên berhemdariya Firat Ceweriyî veqetandiye. Nivîskar û helbestvanan keda çil salan a Ceweriyî û edebiyatnasiya wî nirxandine.
Celîlê Celîl, Ahmet Umît, Ferhat Pîrbal, Ayşegul Tozeren, Abdullah Peşêw, Berken Bereh, Îrem Ûzûnhasanoglû, Konê Reş, Mûsa Bêjevan, Şahîn Bekir Soreklî û Nalan Çelîkî di vê dosyayê de nivîsandine.
Kovarê her weha ji bo Silo Qizî ciheke taybet veqetandiye. Jiyan û muzîkjeniya Silo Qizê ku ji terteleya Dêrsimê filitî û ji sed salan bêhtir bi kemana xwe êşa Dêrsimê vegotiye bi nivîsên Cemal Taş û Kemal Kahramanî hatiye vegotin.
Di vê hejmarê de her weha İlhan Ulusoy û Elif Eserê berê xwe dane jeo-tûrîzma Mûnzûrê… Ketine pey vê pirse: jeo-tûrîzm êrîşeke din e li ser xwezaya Mûnzûrê?
Mesut Alpê ku tevli nav nivîskarên kovarê bû û dê ji vê hejmarê pê ve li ser arkeolojiya warê kurdan
binivîse, di vê hejmarê de li ser dîroka bendava Hefkîfê nivîsiye. Miradê Miradan li ser yekem fîlmê western ê kurdan “My Sweet Pepper Land” nivîsek nivîsandiye ku filmê Hineer Saleemî ye.
Mehmet Oncu jî bi nivîsa “Li pêjgeha Komageneyê çi dipijiya?” cih di nava rûpelên kovarê de dîtiye. Barış Avşar, Evîn Şikakî, Akman Gedîk, Müslüm Üzülmez, Bulent Gedîk û Sezaî Sarıoğlu bi nivîs û çîrokên xwe, Fewzî Bîlge bi tabloya xwe û Bertolt Brecht, Adonîs, Firat Keklîk û Mahsûn Çakmak bi helbestên xwe di hejmara nû de ne. (FD)