Koşka Sipî ragihand ku yek ji rêberên El Qaîdeyê Qasim El Rimî bi operasyoneke li Yemenê hatiye kuştin.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku El Rimî bi fermana Serok Donald Trumpî hatiye kuştin, lê li ser dem û şiklê operasyonê ti agahî nehat dayîn.
El Rimî, ku wek berpirsê El Qaîdeyê yê li Nîvgirava Erebî dihat naskirin, dî lîsteya terorîstan a DYAyê de bû û ji bo bidestxistina wî 10 mîlyon dolar xelat dihat dayîn.
Washingtonê dîyar dikir ku El Rimî berpirsê êrîşa dijî Balyozxaneya Amerîka ya li Yemenê ye. Êrîş di sala 2008’an de pêk hatibû.
Koşka Sipî bi bîr xist ku El Rimî bi rêberê kuştî yê El Qaîdeyê Usama Bîn Ladînî re jî li Afganistanê xebitîye.
Rojnameya New York Timesê di dawîya meha borî de li ser kuştina El Rimiyî nûçeyek hazir kiribû û Trump ew nûçe ji hesabê xwe yê Twitterê belav kiribû. (FD)
Çavkanî: Dengê Amerîka