Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî ji 81 walîyan re giştînameyek bi mijara “Kontrolkirina ji ber Covîd-19ê” şandiye.
Li gorî giştnameya Wezareta Navxweyî di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Covîd-19) de, li seranserê welêt bi koordîneya walî û qeymaqaman heta 4 rojan di serî de bazargeh, wesayitên cemawerî yên veguhastinê û firoşgehên mezin û cihên qerebalix wê bên kontrolkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê ji bo hemû Walîtiyan bi mijara "Kontrolkirina ji ber Covîd-19ê" giştname hatiye şandin.
Herwiha dê rêveberiyên xwecîhî dê ji bo hemû bazargehan rêveber bê cîgirkirn û dê ev kes ji pabendbûna rênimayan berpirsyar bin.
Li gorî giştnameyê di rojên 26-27-28-29ê Çiriya Paşiyê de bi koordîneya walî û qeymaqaman wê kontrolkirin zêdetir bidomin.
Li gorî giştînameyê di kontrolkirinê de wesayîtên cemawerî wê yek bi yek were sekinandin û sepana