"Konsera Piştgiriya Erdhejê" ya Grup Yorumê hatiye qedexekirin
Qeymeqamtiya Sultangaziyê biryara xwe ji komê re şandiye û gotiye ku di nava sînorê navçeyê de hemû çalakiyên ku dê di bin navê "Grup Yorum" de bên lidarxistin, tevahiya rojê qedexe ne.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
"Konsera Piştgiriya Erdhejê" ya Grup Yorumê ku dihat plankirin îro li Sultangaziya Stenbolê bê lidarxistin, ji aliyê Qeymeqamtiya Sultangaziyê ve hatiye betalkirin.
Komê duh (6ê Tîrmehê) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî biryara qedexeyê ragihandiye û gotiye, "Konsera me ya piştevaniya erdhejê ya sibê bi awayekî keyfî hat qedexekirin. Hûn tirsonek in."
"Grup Yorum nayê bêdeng kirin"
Komê di peyama xwe de bang li hemû welatiyan kiriye ku îro saet di 19.00an de li dijî qedexeyên konseran li malê, li kolanan û li ser kar stranên Grup Yorumê lêbixin.
"Grup Yorum gel e, nayê bêdengkirin!"
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.