Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya “Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” aşkere kiriye. Konferans di 25ê Îlonê de li Enqereyê pêk hatibû.
Jinan konferans, li ser navê Denîz Poyraza li Îzmîrê hatibû kuştin, ji bo hemû jinên hatine qetilkirin, pêk aniye.
Di encamnameyê de jinan wiha gotiye: “Rêya herî girîng a bikaribe li ber êrîşên li ser gelên me û destkeftiyên me bisekine, xurtkirina têkoşîna azadiya jinan a hevgirtî ye. Ji ber wê jî, li dijî sîstema desthilata mêran a tekparêz, zayendparêz, milîtarîst, dijminê jin û kurdan em ê li her derê sîstema xwe ya azadîxwaz a jinan li der deverê bihûnin.”
Beşek ji encamnameyê wiha ye:
“Li hember polîtîkayên desthilatdariya mêrê desthilatdar ku li ti qadeke jiyanê tehemula dîtina jinan nake, me got ‘em li her derê ne’. Li dijî êrîşên Peymana Stenbolê ku ewlehiya jiyana me ye, me bi hev re li qadan û meydanan têkoşîn meşand.
“Li şaredariyên ku me bi dest xistin, me rêgezên xwe yên hevserokatî û nunertiya wekhev xist meriyetê. Di tevahiya mekanîzmayên me yên rêveberiyê de, bi avakirina koordinasyonên me yên jinan re, me gotina xwe di her mekanîzmayê de bi cih kir. Me navendên jinan, stargehên jinan vekirin. Li hember tundiya li ser jinan em tev bi hev re têkoşiyan. Me li hember rejîma mêr a ku jinan ji qadên rayagiştî dûr dixe, li qadên hilberînê mêran bi cih dike, me li hilberîna li şûna xwe esas girt. Me got ‘em di hilberînê de hene’ û me koperatîfên jinan û qadên îstîhdamê yên jinan vekir.
“Hevserokatî xeta me ya mor e”
“Li dijî siyaseta mêrane me tu carî dev ji gotina ‘hevserokatî xeta me ya mor e’ berneda. Me ew kesên ku xwestin pergala me krîmînalîze bikin û hewl dan wekî sûc tev li dosyayên dozan bikin, di eywanên dadgehan de darizandin. Em ê dîsa bi têkoşîna xwe ya hevpar bersiva herî xurt bidin kesên ku pergala me ya hevserokatiyê hedef nîşan dan û qeyûm tayînê îradeya jinan kirin. Pergala me ya hevserokatiyê ji hemû cîhanê re bû model.” (EMK/FD)
Çavkanî - Fotograf: Jinnews