Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komîteya Xelata Nobelî eşkere kir ku wan Juan Manuel Santosê serokê Kolombiyayê hêjayî Xelata Aştîyê ya Nobelî dîtiye.
Komîteyê da zanîn ku ji ber hewildanên Santosî yên ji bo sekinandina şerê 52 salan li Kolombiyayê dom kirî ew hêjayî wê xelatê ye.
Dewleta Kolombiyayê piştî mûzakereyên ku çar salan dom kirin hevpeymana aştiyê bi FARCê(Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) re îmze kiribû.
Serokê komîteyê, Kaci Kullman Fiveyî da zanîn ku bi referandûmê xelkê kolombiyayê bi ferqeka hindik hevpeyman qebûl nekiriye lê ev nayê wê wateyê ku pêvajoya aştiyê xelas bûye. (YY/MB)