Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Lêkolînên Karûbarên Rewşa Awarte, serlêdanên beşeke din ên Akademîsyenên Aştîxwaz qebûl nekiriye.
Sevîlay Çelenk, Aynûr Ozûgûrlû, Ûraz Aydin, Hakan Koçak, Fehmiye Ceren Akçabay, Ozlem Albayrak, Fûnda Karapehlîvan, Bûrçîn Kalkin, Nîlgun Toker, Bahar Şîmşek, Adem Yeşîlyûrt, Emre Tansû Keten, Seçîl Ercan, Ece Kose, Denîz Ozden, Denîz Kîmyon, Onûr Ozgur, Şerîf Gurçag Tûna, Serdar Çagirga, Ozlem Şendenîz, Savaş Dede, Derya Keskîn, Gul Koksal, Esra Demîr, Zeynep Kivilcim, Velî Denîz, Yucel Demîrer, Hulya Kendîr, Dîlek Hattatoglû, Farûk Alpkaya, Rûhî Demîray, Bûrcû Yakût Çakar, Engîn Delîce, Taner Ozbenlî, Gulseren Adakli, Cansû Akbaş Demîrel û Zohre Koçkan beriya niha serî li Komîsyona Rewşa Awarte dabûn û xwestibûn ew wezîfeya xwe bikin.
Lê Komîsyonê ev daxwaza wan qebûl nekiriye.
Akademîsyenan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bertek nîşan dane.
“Parçeyek ji hesabên siyasî ye”
Komîsyona Rewşa Awarte çend roj berê serlêdanên 16 Akademîsyenên Aştîxwaz qebûl nekiribû. Egitim-Senê duh civîneke çapemeniyê li dar xistibû û Nejla Kûrûl, Seroka Giştî ya Egitim-Senê di civînê de wiha gotibû: “Dadgeha Destûra Bingehîn belavoka ku akademîsyenan îmze kiriye, li gorî azadiya raman û xweîfadekirinê qebûl kiribû. Digel vê jî endamên Komîsyona Rewşa Awarte ev belavok weke sûc qebûl kirine û ev jî yek ji parçeyek ji hesabên siyasî ye. Tiştê girîng jî ew e ku digel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ev biryar bi awayekî zelal sûc e.” (RT/FD)