Fotograf: AM
Komîsyona Lêkolînê ya Rewşa Awarte (OHAL) têkildarî biryarên ku heta niha dane daxuyaniyekî daye çapemeniyê.
Komîsyonê diyarkiriye ku ji 126 hezar û 630 serlêdanan, wan 13 hezar û 170 serlêdan qebûlkirine û 99 hezar û 140 jî redkirine.
Bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De(KHK) ku di çarçoveya OHALê de hatine weşandin, 125 hezar û 678 kes ji wezîfeyê hatine girtin. Ji vana 3 hezar û 213 kesî rutbe girtine. 270 têkilliyên xwendekarên bi derveyî welat re birîne, 2 hezar û 761 sazî û dezgeh hatine girtin û 131 hezar û 922 kirarên bi tedbîr hatine pêkanîn.
Komîsyonê di nava 3 salan de ji tevahiya serlêdanan derbarê nêzî ji sedî 89an de biryar daye. Di heman demê de ji bo 3 hezar û 520 dosyeyan jî biryara lêkolîna pêşwext daye.(AY)
*Çavkanî: AM