Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Komîserê berpirsê geşepêdanên Yekîtîya Ewropayê(YE), Johannes Hahn bi rojnameya Die WEltê re li ser rewşa hiqûqa li Tirkiyeyê axivîye.
Hahnî eşkere kiriye ku Tirkiyeyê rojnamegerê girtî Deniz Yucel serbest kir lê vê yekê jî fikarên li ser wê neguhert.
“Li Tirkiyeyê gelekê eşkere ye ku tesîra siyasetê li hiqûqê heye.
“Tirkiye dewleteka hiqûqê ye(bi hikûqê tê birêvebirin) lê di kiriyarê de ne welê ye.
EU-Eweiterungskommissar: "Der Länderbericht zur Türkei wird kritisch ausfallen" https://t.co/nSWVVhnjhb pic.twitter.com/jnZ6owEfke
— WELT (@welt) 22 Şubat 2018
Di meha Nîsanê de Yekîtîya Ewropayê dê li ser Tirkiyeyê raporekê amade bike, Hahnî eşkere kir heke Tirkiye ji bo hiqûqê gavên baş neavêje di raporê de rexneyên neyînî dê hebin.(PT/MB)