Komên Şiî yên Iraqî ji bo "derxistina hêzên DYAyê" civiyane
Nûnerên komên Şiî yên ji Iraqê di mijara derxistina hêzên DYAyê yên Iraqî, biryar dane ku ew ê hêzên xwe bikin yek.

Serokê Tevgera Sadrê Muqteda es Sadr, Asaîb Ehlîl Heq, Tugayên Seyîd Şuhedayê, Tevgera Nucebayê û Seraya es Selamê yên Iraqî, li Qumê, bajarê Îranê civiyan.
Berdevkê Tevgera Nucebayê Nasr eş-Şammarî ji ajansa fermî ya Iraqê ra gotiye, ku di civînê de biyar hat dayîn ku di mijara derxistina hêzên DYAyê yên li Iraqê ew ê hêzên xwe bikin yek.
Şammarî gotiye rêxistinên Şiî yên Iraqî dem dane meclis û hikûmeta Iraqê ku ew bi rêya dîplomatîk ve hêzên biyanî ji welêt derxin.
Meclisa Iraqê di 5ê Kanûna Paşîn de biryar dabû ku hêzên DYAyê ji Iraqê bên derxistin. (FD)
Çavkanî: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.