Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Civîn li avahiya saziyê ya li Fatîha Stenbolê pêk hatiye ku rêveber û dersdarên Komeleyê beşdar bûne.
Di civînê de rêvebera Komeleyê Aysel Tabakê metna bi kurmancî, rêveberê Komeleyê Sîpan Hacoyî jî ya bi kurmanckî xwendiye.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku “Desthilatdarên Tirkîyeyê her roj hêrişî zimanê kurdî dikin û dixwazin wisa bikin ku kurdî di qada giştî de neyê axaftin.”
“Desthilatdar dixwazin kurdî bixin nav çar dîwarên malê”
Daxuyaniya Komeleya Lêkolînên Kurdî wiha ye:
“Em îro bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li vir kom bûne. 69 sal berî niha di 21ê Sibatê de ciwanên bengalî ji bo hewla qirkirina li ser zimanê xwe daketin qadan û gelek ji wan ciwanan ji ber ku daxwaza mafê xwe yê zimanî kirin, hatin qetilkirin. Lewma jî Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî di Mijdara 1999an de 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ragihand û Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî bi kêfxweşî pêşwazî li vê biryarê kir.
“Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di biryara xwe ya jimare A/RES/61/266 de bang li dewletên endam dike ku “Piştgirîya hiştin û parastina hemû zimanan bikin ku ji hêla gelên cîhanê ve tên bikaranîn”. Her wiha daxuyanîya ku UNESCOyê îsal ji bo 21ê Sibatê belav kirîye, tê de hatîye gotin ku “Perwerdeya li ser zimanê yekem yan li ser zimanê dayikê divê ji salên zû dest pê bike. Çinku mezinkirina zarokan û perwerde bingeha hînbûnê ye”.
“Lê belê bi avabûna Komara Tirkîyeyê re hewlên qirkirina fîzîkî û zimanî li ser gelên ku li Tirkîye û bakurê Kurdistanê dijîn, dest pê dikin. Tevî komkujîyên ku desthilatdarên Tirkîyeyê li ser gelê kurd û gelên din çêkirin, nekarîn gelê kurd û gelên din ji hêla fîzîkî ve ji holê rakin. Lewma jî desthilatdarên Tirkîyeyê hewlên xwe yên qirkirina zimanî û çandî xurttir kirin. Îro ji ber van polîtîkayên qirkirinê ji bilî zimanê kurdî zimanên din ên netirkî hatine astekê ku dikin biqelin. Ji ber vê yekê jî bi taybetî kurdî tê hedefgirtin.
“Di çarçoveya vê qirkirina zimanî de desthilatdarên Tirkîyeyê her roj hêrişî zimanê kurdî dikin û dixwazin wisa bikin ku kurdî di qada giştî de neyê axaftin, dixwazin kurdî bixin nav çar dîwarên malê û di wir de derbeya xwe ya dawî li kurdî bidin û bi vî awayî zimanê kurdî jî qir bikin.
“Polîtîkayên bi vî awayî wek qirkirina çandî bi nav dikin”
“Peyman, girêbest û dokumantên navneteweyî polîtîkayên bi vî rengî wek qirkirina çandî bi nav dikin û di wan belgeyan de tê gotin ku qirkirina çandî cureyekî din ê qirkirinê ye. Ji ber vê yekê jî îro peywireke exlaqî, mirovî û welatperwerîyê ye ku em nehêlin ev qirkirina çandî bi ser bikeve. Pêwîst e her kurdek îro vê pirsê ji xwe bike: Gelo em dixwazin ev qirkirina çandî ya dijmirov û dijkurd bigihîje armanca xwe ya qirêj?
“Bersiva hemû kurdan bêguman ‘Na’ ye. Lewma jî ji bo ku em zimanê xwe ji vê qirkirinê rizgar bikin, divê em wek gelê kurd bibin yek û bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsin û hînî zarokên xwe bikin. Eksa vê yekê xizmetkirin e ji qirkirina zimanî re.
“Bi boneya vê rojê em wan hemû ciwanên bengalî û qurbanîyên rêya zimanê kurdî û zimanên din ên cîhanî bi rêzdarî bi bîr tînin û soza berdewamî û serxistina rêya wan dubare dikin û em li vir careke din bangewazîyê li desthilatdarên Tirkîyeyê dikin ku dest ji van polîtîkayên qirkirinê berdin.” (FD)