Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Jinên Nivîskar ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanîyek da û di serî de ji bo Necmiye Alpay û Asli Erdogan xwestin ku hemû nivîskarên girtî serbest bên berdan.
Daxuyaniya Komeleya Jinên Nivîskar bi vî rengî ye:
Îro 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Îro ji her demê pirtir pêwistiya me ji aştî û xweşbîniyê re heye. Azadiya raman û xweîfadekirinê bingeha demokrasiyê ye. Bo vê sedemê ji ber rêziknameyên ku bi hezaran sal inme îmze jî kirine, divê azadiya raman û xweîfadekirinê, maf û azadibûna ferdî were parastin. Di serdema Tanzîmatê de gelek nivîskar hatin surginkirin, hepiskirin û kuştin. Navê wan hemûyan hê jî tên bîra me. Û wê her tim jî di dilê me de bijîn. Gelo ti kes navê wan kesên ku nivîskaran sûcdar kirine û ji ber ramanên wan ceza li wan daye dizane? Heta duh nivîskar û fîlolog Necmiye Alpay ku hemû emrê xwe ji azadî û aştiyê feda kiriye, hat girtin. Asli Erdogan ku roman û çîrokên wê him li welêt him jî li gelek deverê dinyayê tên xwendin û naskirin, niha li girtîgehê hatiye hepiskirin. Gelek nivîskar û rojnameger ji ber ku hest, fikr û ramanên xwe anîne ziman, hatine girtin. Divê ev rewş bi dawî be. Di serî de Necmiye Alpay û Asli Erdogan divê hemû nivîskar û rojnamegerên girtî serbest bên berdan. |
(ÇT/YO)