Komeleya Jinan a Rosayê: Jin aştiyê dixwazin
Jinên ku endamên Komeleya Jinan a Rosayê gotine, "Jin dînamîka herî bi bandor ya civakîbûna aştiyê ye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Jinan a Rosayê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê daxuyaniyek daye û gotiye, "Jin aştiyê dixwazin."
'Jin şer naxwazin'
Daxuyaniya komeleyê wiha ye:
“Jin dînamîka herî bibandor ya civakîbûna aştiyê ye. Zihmetiyên ku jin di dema pêvajoyên şerî de rûbirû mane û dema li dijî wan zihmetiyan têkoşiyan e bûne xwedî hişmendî û ezmûnê.”
“Her weha bi van ezmûnan ji bo eşkerekirina heqîqetê, misogerkirina edaletê û afirandina çanda lihevhatinê xwedî misyon in. Divê di pêvajoyên aşitiyê de jî jin bibe xwedî rol û ji bo vê jî divê xwe bi rêkbixin û têkoşînê bidomîne.”(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.