Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komek êrîşkar li ber deriyê Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê kom bûn û paşê bi keviran êrîşî avahiya fakûlteyê kirine. Di bûyerê de sê xwendekar birîndar bûne.
Ankara Üniversitesi İLEF'te İslamcı faşist çeteler polis desteğiyle üniversitelilere saldırdı. Üniversiteliler saldırıya karşı barikat kurdu pic.twitter.com/s1zp7gcMoH
— Öğrenci Faaliyeti (@ogrncifaaliyeti) 2 Haziran 2017
Yek ji xwendekarên bûyî şahidê bûyerm ji bianetê re axivî:
“Ji ber ku dema ezmûnan e gelek kes li zanîngehê kom bûne. Komeka Ûlkûparêz* hatin ber deriyê fakûlteyê. Wan ne ji ber remezanê êrîş kir. Pankart di destên wan de hebûn [gotinên li dijî Abdullah Ocalanî li ser hatine nivîsîn]. Zopên hêsin jî di destên wan de hebûn. Xwendekarên çepgir bersiva wan dan. Xwendekaran li ber deriyî çeoerek çêkir.
Ankara Üniversitesi İLEF'te "Ramazan'da yemek yiyemezsiniz" diyen faşist çeteler, üniversitelilere ve binaya taşlarla saldırdı. pic.twitter.com/N83MZHgRDO
— Hergele Postası (@HergelePostasi) 2 Haziran 2017
“Karmendên parastina ewlehiyê, tevlî bûyerê nebûn û reviyan. Xwendekaran nîv sietê ber avêtin. Polîsan ew didîtin. Paşê polîsan gaz avêt lê ti kes desteser nekirin.”
(BK/MB)
*Ûlkûparêz: Komên wan kesên nijadperestên tirkîtîyê.
Wêne: Twîtter