Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komaleya Nivîskarên Jin bertek nîşanî binçavkirina Sevîm Korkmaz Dinç da û got: “Yên ku ji hêza gotinan ditirsin bila vê yekê baş bizanibin ku ti kes nikare kelepçe li gotinan bixe.”
Damezirênera Komeleya Nivîskarên Jin û Endama Komleya Nîvaskarên PENê Sevîm Korkmaz Dinç duh destê sibehê di encama serdegirtina mala wê de hat binçavkirin.
Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber OHALê heta 5 rojan ew ê nikaribe bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk bîne û wiha got:
“Di serî de Sevîm Korkmaz Dinç hemû nivîskarên ku pênûsa xwe ji bo aştî û siberojeke baş anîne û niha di zindanan de ne, divê demildest serbest werin berdan. Di van rojên hanê ku pêwistiya me bi aştî û biratiyê re gelek heye.
“Yên ku ji hêza gotinan ditirsin bila vê yekê baş bizanibin ku ti kes nikare kelepçe li gotinan bixe.”
Sevînç Korkmaz kî ye?
Li Îzmîrê dijî.
Endama PENê ye. Damezirênera Komaleya Nivîskarên Jin û Kovara Fê ye.
Ew demekê bûbû berdevka Bloka Aştiyê.
Pirtûkên wê: 10 rojên li Kubayê, Şeveke tarî bû, Bayê Zinarên Dîn (On Gün, Karanlık Bir Geceydi, Delikaya Rüzgarı).
(EA/YO)