Koma Xebatê ya Zimanê Dayikê ya Jinan vîdeoyek weşandiye
Koma Xebatê ya Zimanê ya Dayikê ya Jinan vîdeoyek weşandiye tê de gotine, “Zimanê dayikê dide jiyîn, Peymana Stenbolê dide jiyîn.”

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jinên ji bo mafê zimanê dayikê têkoşîne dikin ên ji her deverên Tirkiyeyê hatine ba hev û “Koma Xebatê ya Zimanê Dayikê” ava kirine.
Jinan bi gurcî, kurdî, lazî, hemşînî, ermenkî, suryankî, abhazî, çerkezî, tirkî vîdeo amade kirine û gotine, “Zimanê dayikê dide jiyîn, Peymana Stenbolê dide jiyîn.”
“Jiyan maf e zimanê dayikê maf e”
Jinan di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Dosta min a hêja,
“Di 25ê Çiriya Paşiyê Roja Berxwedan û Hevgiriya Li Dijî Tundkariya Li Jinan de ez dixwazim bi zimanê dayika xwe bang li te bikim. Ya ku mirovan pêk tîne, zimanê dayikê ye. Ya ku keda me, dîroka me, têkoşîna me, hebûna me diqîre. Em di nava zimanê dayika xwe de dibin xwe.” (EMK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.